Kiliçdaroglu: Ya ku hûn asteng dikin, vîna Tirkiyeyê ye!

15 May 2023 02:00 0 dîtin
Kiliçdaroglu: Ya ku hûn asteng dikin, vîna Tirkiyeyê ye!

PeyamaKurd- Namzedê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, tevî ku hîn deng tên hejmartin, ji ber nerazîbûnên tên jiyankirin, cara yekem derket ber kamerayan.

Kemal Kiliçdaroglu, bi daxuyaniyeke kurt bang li Saziya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) kir û di heman demê de bang li peywirdarên sindoqan jî kir ku cihên xwe neterikînin.

Kiliçdaroglu di daxuyaniyê de got,

“Gelê min ê rêzdar. Di sindoqên ku dengên me lê zêde ne bi îtîrazên dubare pergalê bloke dikin. Mînak li Enqereyê li 300 sindoqan û li Stenbolê jî 783 sindoqan îtîrazên berdewam hene. Sindoqên ku 6 caran îtîraz tên kirin hene. 11 caran îtîraz li ser sindoqan hene, hûn nikarin bi îtîrazê rê li ber vê yekê bigirin. Em ê tu carî nehêlin ku ev mijar bibe bûyereke qediya çûyê.

Dest ji rêvebebirina pêlîstina bîra mirovan berdin. Ev mijar cidî ye. Bila deng werin, encam dê di zûtirîn demê de diyar bibin. Êdî tehemula welêt li hember nezelaliyê nemaye. Ji vîna gel netirsin. Em YSK di bin berpirsyariyê de ne. Bila bala raya giştî bê teşhîrkirin, ez dubare dikim, vîna vî gelî asteng nekin. Ez bang li kedkarên me yên demokrasiyê yên li qadan dikim. Sindoq û lijneyên hilbijartinê neterikînin. Heta ku her dengek bê jimartin em li vir in."