‘Kim Jong bi sedema hevdîtina Trump, 5 dîplomatên xwe îdam kir’

31 May 2019 20:43 0 dîtin
‘Kim Jong bi sedema hevdîtina Trump, 5 dîplomatên xwe îdam kir’

PeyamaKurd – Rojnameya Chosun Ilbo ya navenda wê li Koreya Başûr e, îdia kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi sedema ku di hevdîtinên Vîetnamê yên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump de bi ser neketine, 5 rayedarên xwe yên pilebilind dane îdam kirin.

Rojnameya Chosun Ilbo vê agahiyê dispêre çavkaniyeke ji Koreya Bakur û dide xuyakirin; Nûnerê Taybet ê Koreya Bakur li Amerîkayê, Kim Hyok-chol û 4 rayedarên wezareta derve bi hinceta bi ser neketina Lutkeya Hanoiyê ya ligel Amerîkayê, bi tawana sîxuriyê hatine sizadan û serê meha Adarê jî li Balafirgeha Mirim a paytext Pyongyangê bi gulebarankirinê hatine îdam kirin.