Trump: "Bo hevdîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im"

18 April 2018 21:12 0 dîtin
Trump: "Bo hevdîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê hevdîtina wî ya bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur de got ku ew bona dîtina wî gelekî "bêsebr e."

Trump di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ê bi Kîm Jong-un re serê meha hezîranê hevdîtinekê pêk bîne lê der barê ciyê hevdîtina wan de hê biryar nedane. Trump  diyar kir ku ji bo ciyê hevdîtinê 5 îhtimal hene û wiha axivî: "Ez bona dîtina Kîm Jong-un gelekî bêsebr im."

Trump ji bo nûçeyên ku dibêjin rakêşiya di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de wê biqedin jî wiha got: "Ez piştgiriyê didim vê, daxwaza min jî ew e."