Kirmasan | Bi hinceta ku tenê keçan tîne, jina xwe kust û avêt bin otomobîlan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê zilamekî bi hinceta ku jina wî tenê keçan tîne, jina xwe kuşt û termê wê jî avêt bin otomobîlan da ku bêjin di rûdaneke trafîkê de can daye.
Malpera rêxistina mafên mirovan Hengawê ragihandiye ku çend roj berê li gundê Banwey yê nehiya Gaware ya bajarokê Dalaho li parêzgeha Kirmaşanê, jineke 45 salî bi navê Gulcemîn Necefî ya dîya sê keçan, ji aliyê zilamê xwe ve hat kuştin.
Li gorî zanyariyên Hengawê dane, sebeba sereke ya kuştina wê jinê ew bûye ku tenê keç anîne dinyayê û kurê wê çênebûne.
Herwiha piştî ku zilam jina xwe kuştiye, ji bo ku kes nezanibe wî kuştiye, termê wê avêtiye ser rê û otomobîl bi ser de çûne da ku wisa nîşan bide jina wî bi rûdana trafîkê can daye.
Hat diyarkirin ku ew zilam hatiye girtin û di lêpirsîna wî dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin