Kirwatya bi encama 3-0 tîma Arjantînê têk bir

22 June 2018 09:53 0 dîtin
Kirwatya bi encama 3-0 tîma Arjantînê têk bir

PeyamaKurd - Di Kûpaya Cîhanî ya 2018an de, tîmên futbolê yên welatên Arjantîn û Kirwatyayê derketin hemberî hev û Kirwatya bi encama 3-0 Arjantîn têk bir.

Nîveka yekem a maçê bi wekheviya 0-0  bidawî bû. Di nîveka duyem xuleka 53an de gola yekem a maçê ji Kirwatyayê hat û Kirwatya bi 1-0 ket pêşiya Arjantînê.

Kirwatya bi gola Modric a xuleka 79an 2-0 ket pêşiya tîma hemberî xwe.

Gola sêyemîn a maçê dîsa ji Kirwatyayê hat û bi gola Rakitiç encam bû 3-0. Herwiha maç bi encama 3-0 bidawî bû.