Kissinger: Dibe ku serê leskerî yê Çîn û Amerîkayê rû bide!
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Amerîkî û Wezîrê berê yê derve Henry Kissinger, li ser rageşiya navbera Çîn û Taywanê bibîr xist û got, dibe ku li nêzîk şerê leşkerî yê Amerîka û Çînê rû bide.
Henry Kissinger, di hevpeyvîna ligel Bloombergê de gotiye, Amerîka di asta gerdunî de berjewendiyên xwe li pêş digire û heger wiha dewam bike jî dê Amerîka li nav civaka navdewletî her biçe zêdetir îzole bibe.
Kissinger bal kişand ser rageşiya li Taywanê ku gihîştiye asta şer û diyar kir, muhtemel e li nêzîk bi ser Taywanê de, şerê leşkerî yê Amerîka-Çînê rû bide.
Herwiha Kissinger got ku avêtina gavên ji bo vegera ji ser kendalê di destê herdu aliyên Çîn û Amerîkayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin