Koma G7ê daxwaza dirêjkirina agirbesta Xezzeyê dikin

29 November 2023 12:32 0 dîtin
Koma G7ê daxwaza dirêjkirina agirbesta Xezzeyê dikin

PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Koma G7ê, daxwaza dirêjkirina agirbesta Xezzeyê dikin.

Li gor wezîrên derve yên Koma G7ê di ragehandineke hevpar de diyar kirin, pêdivî ye hêsankarî ji bo derkeftina tevaya welatiyên biyanî ji Şerîda Xezzeyê bên kirin.

Herwiha eşkere kirin, “Divê hemî bizav ji bo peydakirina piştevaniya mirovî ji welatiyên sivîl re bên kirin, wekî xwarin, av, sûtemenî û pêdivîtiyên pizişkî”.

Di berdewamiyê de da zanîn, “Em piştevaniya dirêjkirina vê agirbestê û agirbestên bên dikin.”

Koma G7ê, ji bo karkirina bi hemî hevparên Rojhilata Navîn re ji bo rêgirtina li mezinbûna hevrikiyan û damezrandina dewleteke Filistînî li ser bingeha çareseriya dudewletiyê, pabendbûna xwe tekez kir.

Herwiha ji aliyekî din ve Wezîrên Derve yên Koma G7ê daxwaz ji Hûsiyên Yemenê kiriye ku “Yekser êrîşên li ser xelkê sivîl û gefên li ser rêyên gemîvaniyê yên navdewletî û gemiyên bazirganî rabiwestînin.”