Koma ku êrîsî baregeha Tirkiyê kir, ji bo Erdogan bangewazîyek li gelê Tirk kir

15 August 2022 20:04 0 dîtin
Koma ku êrîsî baregeha Tirkiyê kir, ji bo Erdogan bangewazîyek li gelê Tirk kir

PeyamaKurd – Îro 15ê Tebaxê bi 2 moşekan êrîşek li dijî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya Başîkayê ku dikeve nav sînorên parêzgeha Neynewayê, hat kirin.

Dije Terora Kurdistanê ragihandiye, moşekên ji taxa Gogcelî ya Mûsilê hatine avêtin, yek ji wan moşekan li nav baregeha leşkerî ya din jî nêzîkî gundê Gudadê ketiye xwarê ku behsa ziyanên wê êrîşê nehatiye kirin.

Piştî êrîşê komeke çekdar a bi navê Ehrar el-Iraq ku Îran piştevaniya wê dike berpirsiya wê êrîşê li xwe girt û bi daxuyaniyekê bang li gelê Tirk kir: “Em bang li gelê Tirk dikin. 9 meh mane hûn bi hilbijartinan polîtîkayên hikumdarê xwe (Erdogan) yê xeyalperest red bikin û kesekî ji cîranên xwe re rêzdar, aştiyane, dijî dagirkeriyê û tundrewiyê hilbijêrin.”

Herwiha wê komê diyar kiriye ku heta wê demê ew ê jî bi rêbaza xwe fişarê li ser Erdogan bikin û hevkariya gelê Tirk bikin.