Koma xwendekaran bi strana ‘Xwes e Hewreman’ bû yekemîn

06 July 2022 17:03 0 dîtin
Koma xwendekaran bi strana ‘Xwes e Hewreman’ bû yekemîn

PeyamaKurd – Di pêşbirka muzîkê ya navbera lîseyên Tirkiyê de, koma xwendekarên Kurd a bi navê Şakal Muzîk a ji lîseyeke Stenbolê, bi strana ‘Xoş e Hewreman’ bû yekemîn.

Encamên 22yemîn pêşbirka muzîkê ya Dibistanên Amedehiyê yên Tirkiyê, doh 5ê Tîrmehê hatin ragihandin û koma muzîkê ya Şakal a Dibistana Şaîr Abay a li taxa Gazî ya Stenbolê bi strana ‘Xoş e Hewreman’ pileya yekemîniyê bi dest anî.

Hat eşkere kirin ku Koma Mûzîkê Şakal a Dibistana Amadehî ya Şaîr Abay a Stenbolê, di beşa “Orkestrayê” de pileya yekemîniyê bidest xistiye ku bi strana “Xoş e Hewraman” beşdarî kiribûn.

Di pêşbirkê de ji 30 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 164 komên muzîkê yên xwendekaran beşdarî kirine û dibistanên serkeftî hatine diyarkirin.