Koma Berxwedan bersiva diziya strana MHPê da

31 January 2019 10:50 0 dîtin
Koma Berxwedan bersiva diziya strana MHPê da

PeyamaKurd - Piştî ku bikarhênerê Kurd ê Twitterê Serhat Eyalet Lordu derxist holê ku partiya nijadperest a Tirkiyê MHP muzîka strana Koma Berxwedan a Kurdistan Bihuşta Cîhanê dizîye û kiriye muzîka hilbijartinê ji komê jî daxuyaniyek hat.

Koma Berxwedan li ser dizîya strana ‘Bihuşta Cîhanê’ sala 1991ê di albuma wan de cî girtiye û Mustafa Yildizdogan ji MHPê kiriye muzîka hilbijartinên 31ê Adara 2019an da xuyakirin, tifaqa AKP û MHPê ya faşîst bi hemû rêbazên destdanîna ser dengên gelê Kurd û muxalefetê serî li her cure hîle û fişarê dide û hewil dide wisa deshilatiya xwe bidomîne.

Hêjayî gotinê ye, Mustafa Yildizdogan strana ‘Olurum Turkiyem’ jî ji muzîkên Kurdî dizî bû ku ew album sala 1993yan derketibû.

Lînka strana hatiye dizîn...