Komeleyên Elewiyan dixwazin 4ê Gulanê wekî ‘Komkujiya Dêrsimê’ bê naskirin
PeyamaKurd - Di 83emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de, 12 Komeleyên Elewî daxwaz dikin ku 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38an a Dêrsimê bê naskirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêne eşkerekirin.
12 komeleyên Elewî wek Federasyona Elewî Bektaşiyan, Komeleya Dêrsimiyan a Enqerê, Komeleya Vartoyiyan a Enqerê, Komeleya Kulturî ya Divrigi ya Enqerê, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, Weqfa Anadolu ya Hecî Bektaş a Kulturî, Komleya Kulturî ya Pîr Sultan Abdal, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak û çendeke din di 83emîn salvegera Komkujiya Dêrsimê de ku di navbera salên 1937-1938ê de hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî dan.
‘Divê ku 4ê Gulanê wekî Komkujiya Dêrsimê bê qebûlkirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin’
Divê ku 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38an a Dêrsimê bê qebûlkirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin. Di daxuyaniyê de daxwaz tê kirin ku 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38an a Dêrsimê bê qebûlkirin û cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî were eşkerekirin.
Herwiha daxwaz tê kirin ku li Parlamentoya Tirkiyê Komisyona Lêkolînê ya Terteleya 1937-38 a Dêrsimê were pêkanîn û asîmîlasyon û înkara li ser xelkê Dêrsimê tê pêkanîn bidawî bibe.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Divê 4ê Gulanê wek Roja Terteleya 38 a Dêrsimê bê qebûlkirin. Pêwîste derbarê Komkujiya Dêrsimê de ku di navbera salên 1937-1938ê de hat kirin daxwaza lêborînê ji xelkê Dêrsimê bê xwestin. Navê Dêrsimê bê vegerandin û çarenivîsa zarokên ku di komkujiyê de dane malbatên din were eşkerekirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin