Hêzên Pençsirê: “Em sîstemekî wekî Herêma Kurdistanê dixwazin”
PeyamaKurd – Berdevkê Cepha Berxwedana Netewî ya Afxanistanê ya li dijî Talîbanê Elî Nezerî ragihand ku ew terefdarê diyalog û çareseriyê ne û weha got:
“Em sîstemekî wekî Herêma Kurdistanê û Bexdayê ku her yek hêzên wan yên taybet hene, sîstema hukumeta wan ya federale û heman sîstemê li Afxanistanê dixwazin.”
Berdevk Elî Nezerî bo K24 ê li ser pêşdeçûnên Afxanistanê û Pencşîrê axifî. Nezerî ragihand ku li Afxanistanê krîza ewlehiyê heye û hukumetekî nîne ku çareseriyê peyda bike û got ku ew li Pencşîrê hatine dorpêçkirin. Nezerî got ku li hemberê îhtîmala tehdîd û şer amade ne û weha dewam kir:
“Eger muzakere baş herin, hêz lihev bên parvekirin û hukumetekî ava bibe, em bawerim em ê bi Talîbanê re bikevin pêvajoyekî normal. Em di salên 1990 an de leqayê halekî weha hatin. Em terefdarê diyalog û aştiyê ne. Em li vê derê hebûna xwe diparêzin û li hemberê tehdîdan dertên. Divê herkes li me û halê me rêz bigre.
Iraq ji çend pêkhateyan pêk tê. Mînak Herêma Kurdistanê û Bexda. Her yek ji wan xwediyê hêzên xwe ne û sîstemekî wan ya federal heye û em heman tiştê bo Afxanistanê dixwazin. Yanî divê sîstemekî weka Iraqê li Afxanistanê hebe. Divê her tişt li ser masa muzakerê çareser bibe. Em li hemberê temamê tundiyane. Divê hukumetekî wisa be ku temamê pêkhateyan di nav de bin û di nav aştiyê de bijîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin