Netenyahu axifî: “Me derbekî giran li hêzên wekîlên Îranê xist”
PeyamaKurd – Netenyahu li ser kuştina serokê Hamasê ya li Tehranê cara yekem axifî. Netenyahu behsa navê Haniye nekir lê sergirtî bûyerê qebûl kir û got:
“Me derbekî giran li hêzên wekîl ên Îranê xist.”
Îran, hêj di serî de ji kuştina serokê Hamsê Îsraîlê berpirs digre. Netenyahu jî piştî civîna encumena wezîran ya li baregeha leşkerî ya Kiryayê, ber destê êvarê daxwuyaniya xwe da û weha dewam kir:
“Kî êrîşê Îsraîlê bike, wê bedelekî giran bide. Em li hemberê her senaryo û tehdîdan amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin