Netenyahu li ser mijara dîlan bo NBCyê axifî

14 November 2023 01:35 0 dîtin
Netenyahu li ser mijara dîlan bo NBCyê axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di televizyona Amerîkayê ya bi navê NBCyê de axifî û behsa pêvajoya dîlên Îsraîlî ku destê Hamasê de ne û dîlên Fîlîstînê yên ku di destê Îsraîlê de ne, kir. Li gor Netenyahu; 80 jin û zarokên Îsraîlê ku di destê Hamasê de ne û jin û zarokên Fîlîstînî yen di zîndanên Îsraîlê de ne, dê serbest bên berdan. Netenyahu got:

“Di mijara dîlan de heya operasyona bejahiyê dest pênekiribû em nêzî hev nîn bûn. Peymaneka weha nêz e. Bi taybetî piştî operasyona bejahiyê dest pêkir her tişt guherî. Ez çendîn kêm biaxifim ew çend baş e. Ez çiqas kêm biaxifim, îhtîmala bicîh hatinê zêdetir dibe. Ev encama zora leşkeriye.”