Komên çekdar bi mosekan êrîsî Balyozxaneya Amerîkayê kirin
PeyamaKurd – Li Bexdayê li paytexta Iraqê, komên çekdar bi 2 moşekan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin.
Li gor medyaya Iraqê belav kiriye, îro roja Pêncşemê 29.07.2021ê milîsên çekdar bi 2 moşekan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin.
Li gor zanyariyên medyaya Iraqê sîstema bergiriyê dijîmoşekan a (C-RAM) serkeftî nebûye û nikariyê rê li wan moşekan bigire.
Piştî civîna Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazmî û Serokê Amerîkayê Joe Biden, ev yekem êrîşa komên çekdar e li ser hêz û Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin