Kompaniya herî mezin a enerjiyê li Ewropayê doz li Tirkiyê vekir

29 December 2021 21:10 0 dîtin
Kompaniya herî mezin a enerjiyê li Ewropayê doz li Tirkiyê vekir

PeyamaKurd - Kompaniya Enel a Îtalî ku kompaniya herî mezin a enerjiyê ye li Ewropayê, ji ber hilweşandina projeyên enerjiyê giliyê Tirkiyê kir.

Hat ragihandin ku Kompaniya Enel ji ber sozên xwe yên bo projeyan neanîne cih, gilîname dijî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Yasayî ya Serokatiya Komara Tirkiyê, Wezareta Derve, Wezareta Dadê û Ofîsa Veberhênanê ya Serokatiya Komara Tirkiyê tomar kiriye.

Kompaniya Enel ji sala 2009an ve piştî îmzekirina girêbestê ligel Kompaniya Delta ya Veberhênanê, ketiye bazara hîdroelektrîk a Tirkiyê û bi girêdana girêbestekê re plana wê hebû di pênc salan de santraleke 300 megwatt a hîdroelektrîkê ava bike.

 Kompaniyayê di sala 2013an de plana nû eşkere kir û got, di salên navbera 2013-2017an de li Tirkiyê bi bihayê 6.1 milyar euro veberhênanê dike.

Kompaniya Enel di sala 1962an de hatiye damezrandin û di warê dahata salane de ku 65 milyar euro ye, li ser asta cîhanê di rêzbenda 73emîn kompaniyayên mezin de ye. Enel li ser asta cîhanê duyem mezintirîn kompaniya berhemanîna elektrîkê ye. Sermayeya wê kompaniyayê 163 milyar euro ye û bi giştî 66 hezar karmendên wê hene.