Kongresman ji Trump daxwaz dikin ku vexwendina Erdogan betal bike

12 November 2019 10:48 0 dîtin
Kongresman ji Trump daxwaz dikin ku vexwendina Erdogan betal bike

PeyamaKurd - Endamên Kongresê berî serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya bo Amerikayê bertekan nîşan didin.

Hin endamên Kongresê bi pêşengîya Serokê Komîsyona Peywendîyên Derve yên Civata Nûneran Eliot Engel ji Serok Donald Trump re nameyek nivîsîn û ji wî xwestin ku vexwendina Erdogan bi şûnde vekişîne.

Kongresmanên ku pêşniyar dikin ev in:

Gus Bilirakis, Colin Allred, Dina Titus, Gerald Connolly, Adriano Espaillat, William Keating, Jim Costa, Peter King, Ilhan Omar, Jamie Raskin, Ted Deutch, Brad Sherman, Albio Sires, Juan Vargas, Susan Wild û James McGovern.

 Di nameyê de hat gotin ku ‘’Operasyona xwînî ya Erdogan ya li Sûriyê dimeşîne bo herêmê bê îstiqrariyê çêdike û ewlekarîya neteweyî ya Amerîka dixe metirsîyê’’

Endamên Kongresê diyar kirin ku hêzên Tirkan li Sûriyê sîvîl kuştine û herwiha bi kuştina endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ‘’ku yek ji hevpeymanên girîng yên Amerîka ye’’, kir ku pirtirê 100 hezar kes koç bikin.

Wan herwiha bi bîr xist ku Tirkiyê pergala Amerîka red kiriye û li şûna wê ji Rûsya S-400 kirîne û bal kişandin ser karên sondajê yên Tirkîyê yên li Deryaya Sipî.

Endamên Kongresa Amerîkayê didin zanîn ku wan di rojên borî de reşnivîsa dijî Tirkiyê pejirandine û diyar kirin ku bo serdana Erdogan niha ne dema rast e.