Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo Haniye dicive

31 July 2024 20:36 0 dîtin
Konseya Ewlehiyê ya NY ji bo Haniye dicive

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî li ser kuştina serokê Hamasê İsmail Haniye biryara civîna lezgîn da. Civîn ji aliyê Îranê de hat daxwaz kirin û daxwaz ji aliyê Çîn, Rûsya, Cezayîr de tê destekkirin.

Serokê konseya ewlehiyê yê NY yê demkî Rûsya ragihand ku wê civîn seet di 16.00an de bibe.

Serokê Hamasê Haniye ji bo tevlî merasima sondxwarina serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Bezeşkiyan bibe li Tehranê bû û seet di 02.00an de dema diçe ciyê rawestgeha xwe ku lê bimîne, bi awayekî lê dixin û wî dikujin.

Îran ji kuştina Haniye Îsraîlê berpirs digre lê Îsraîl heya niha ti agahî nedaye.

Çapemeniya Îranê ragihand ku wê serokê nûh yê Hamasê Xalid Meşal be ku di sala 1997an de dema Meşal li Urdinê li payîtext Ammanê bû, sîxwurên Mossadê jehrê enjekte kiribûn guhê wî lê Meşal ji mirinê rizgar bûbû.