Konseya Ewlehiyê ya NY roja sêsemê ji bo êrîsa Tirkiyê dicive

23 July 2022 20:30 0 dîtin
Konseya Ewlehiyê ya NY roja sêsemê ji bo êrîsa Tirkiyê dicive

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî roja sêşema pêşiya me ji bo êrîşa topbaranê ya Tirkiyê ya ser Zaxoyê dicive ku di topbaranê de 9 kes hatibûn kuştin û 29 kes birîndar bûbûn.

Daxwaza civînê bi awayeka awarte ji aliyê wezareta karên derve ya Iraqê de hatibû xwestin û Iraq di raya giştî de gelek dewletên dinyayê piştgiriya wê dike.Tirkiye heya niha topbaranê qebûl nekiriye ku ew kiriye û bûyerê dixe aliyê PKK ê.

Wezareta karên derve ya Iraqê jî dibêje ku Tirkiye û PKK şerê xwe bi zanîn xistine nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyn îro ji bo televizyona Rûdawê ragihandibû ku PKK ne li gundê Perexê bûye heta Tirkiyê wê derê topbaran bike. Ji ber geştiyariyên Ereb ji bo seyranê çûbûn wê derê top li wan ketiye ew çend zerara canî daye wan.