Konseya Ewlekariyê îro bi mijara coronavîrusê dicive

09 April 2020 19:34 0 dîtin
Konseya Ewlekariyê îro bi mijara coronavîrusê dicive

PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îro bi mijara vîrusa koronayê civînekê li dar dixe. Hefteya borî ji ber nakokiyên navbera 5 welatên endamên daîmî yên KENYê civîna encûmenê nehatibû lidarxistin.

Wê civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî bi rêya vîdyokonferansê were lidarxistin ku di demeke Amerîka welatê Çînê bi dayîna agahiyên kêm û jêdera Covid-19 bi nav dike birêve diçe.

Hefteya borî jî 9 welatên endamên Konseya Ewlekariyê daxwaza civînekê bi amadebûna Sekreterê Giştî yê NY António Guterres kiribûn.

Ji ber nexweşîna Covid-19 ku cara ewil li Wuhan a Çînê derketibû, heta îro 9ê Nîsanê Yek milyon û 539 hezar kes nexweş ketine û 90 hezar kes jî pê mirine.