Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bo Sûdanê dicive

11 April 2019 23:35 0 dîtin
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bo Sûdanê dicive

PeyamaKurd- Amerîka û 5 endamên Yekîtiya Awrûpayê yên ku endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtîne, piştî ku li Sûdanê artêş dest danî ser îdarê, bang li konseyê kirin ku bicive.

Cîgirê temsîlkarê Brîtanyayê yê di Neteweyên Hevgirtî de daîmiye, Jonathan Allen, bi sedema ku li Sûdanê artêş dest daniye ser îdarê, Amerîka, Fransa, Îngîltere, Polonya, Almanya û  Belçîka bang li konseyê kirin ku bicive.

Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Stephane Dujarric bo rojnamevanan ragihand ku ew her pêngava li Sûdanê dişopînin û ji terefdaran xwestin ku aram bin.

Wezîrê bergiriyê yê Sûdanê Awad bîn Awf îro di televîzyona dewletê de ragihand ku artêş dest daniye ser îdara Sûdanê û 2 sal bo derbasî demokrasiyê bibin wext heye.