Konseya Ewropayê têkildarî 15 dozan rapor ji Tirkiyê xwest

17 November 2020 12:30 0 dîtin
Konseya Ewropayê têkildarî 15 dozan rapor ji Tirkiyê xwest

PeyamaKurd – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê(DMME) kontrol dike, ji Tirkiyeyê, têkildarî 15 dozan rapor xwest. DMMEyê têkildarî 15 dosyeyan biryara binpêkirina mafan dabû.

Li gor Komîteya pêkanîna biryarên DMMEyê kontrol dike, ji Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan a Wezareta Dadê û Serdozgeriyên Komarî yên pêwendîdar re nivîs şandiye û di derbarê dozan de zanyarî xwestiye.

Herwiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, têkildarî 15 dosyayên DMMEyê biryar li ser daye, ji Tirkiyeyê rapor xwestiye ku ka dîsan di derbarê dozan de lêpirsîn/dadgehkirin çêbûya an na û doz ji dema xwe bihuriye an na.