Konsolxaneya Amerîkayê: Em rêzê li xebata Barzaniyê nemir digirin

14 March 2019 17:55 0 dîtin
Konsolxaneya Amerîkayê: Em rêzê li xebata Barzaniyê nemir digirin

PeyamaKurd - Îro  bi boneya 116.mîn salvegera ji dayîkbûna Barzaniyê nemir, konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, peyamek belav kir û di peyama xwe de rêz li xebat û raboriya Mela Mistefa Barzanî girt.

Di peyama xwe de konsolxaneya giştî ya Amerîkayê, ku di tora civakî ya fermî twitterê de belav kir de hat gotin: ‘’Konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê rêz li dîrok û xebata Mela Mistefa Barzanî digre, ku 116 sal berî naha di rojekî wek îro de ji dayîkbûye.’’

Herwaha hat gotin: ‘’Mela Mistefa ji ber xebata xwe ya ji bo kurd û gelê Kurdistan a Iraqê, dê her di bîr de bimîne.’’

Herwaha li gel peyama xwe wêneyekî Barzaniyê nemir ê sala 1965ê li gel William Carter ê wênegerî Amerîkî hatiye girtin ji aliyê konsolxaneya Amerîkî ve hat belav kirin.