Brîtanya: Em rêzê li têkosîn û xebata Pêsmerge digirin

15 September 2021 16:59 0 dîtin
Brîtanya: Em rêzê li têkosîn û xebata Pêsmerge digirin

PeyamaKurd – Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hickey, derbarê têkoşîna dijî terora DAIŞê ya Hêzên Pêşmerge û zanyariyên leşkerî yên Wezareta Berevaniya Brîtanyayê da daxuyanî dan.

Li gorî zanyariyên Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, hêzên brîtanyî yên li Herêma Kurdistanê heta niha 6 hezar û 600 Pêşmerge perwerde kirine û ji bilî rahênan û alîkariyan şêwirmendiya leşkerî bo hêzên Pêşmerge kiriye.

Balyozê Brîtanyayê diyar kiriye ku niha li Herêma Kurdistanê bi qasî 400 leşkerên Brîtanyayê hene.

Stephen Hickey herwiha got, “Bi Wezareta Pêşmerge re pêwendiyên me yên nêzîk hene. Em ji bo têkoşîn û xebata Pêşmerge ya dijî DAIŞê û dabînkirina aramî û aştiyê li herêmê rêzê li hêzên Pêşmerge digirin.”