Efserê Pêsmerge bawernameya Koleja Zanistên Leskerî ya Brîtanyayê wergirt
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku efserê Wezareta Pêşmerge yê bi pileya Muqedem, Rêbîn Rojbeyanî bawernameya masterê ya di warê zanistên leşkerî de li Koleja Staff a Brîtanyayê wergirt.
Wezareta Pêşmerge ragihand, Muqedem Rêbîn Rojbayanî efserê Wezareta Pêşmerge bo heyama 15 mehan beşdarî xuleya 26. a Koleja Fermandehiyê û Erkên Pêşketî bû û bawernameya masterê di warê zanistên leşkerî de wergirt.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Muqedem Rêbîn Rojbeyanî ji Wezareta Pêşmerge re behsa girîngiya xuleyê kiriye û daye zanîn, Koleja Erkana Brîtanî bi erkê amadekirina efserên Brîtanî û hevalbendên ji 52 welatan re radibe ku ferman û operasyonên leşkerî birêve bibin.
Wezareta Pêşmerge diyar kir ku di dawiya merasîmê de, Muqedem Rêbîn Rojbeyanî logoya Wezareta Pêşmerge pêşkêşî Fermandarê Koleja Erkanê Brîtanyayê kir, Fermandarê Koleja Erkanê jî spasiya Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya Koleja Erkanê ji Wezareta Pêşmerge re dubare kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin