Amerîkayê kursa rûbirûbûna terorê da efserên Pêsmerge

22 July 2024 19:06 0 dîtin
Amerîkayê kursa rûbirûbûna terorê da efserên Pêsmerge

PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û Xizmetkariya Ewlehiya Diplomasî ji bo zêdetirkirina rûbirûbûna terorê û parastina jêrxaneyan ji kiryarên terorîstî û karesatên xwezayî kurs da hêzên Pêşmerge.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê îro 22yê Tîrmehê ragihand ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û Xizmetkariya Ewlehiya Diplomasî rahênan bi 24 efserên zêrevaniyê kiriye û ev taybet ji bo bilindkirina şiyanên wan ji bo rûbirûbûna terorê ye.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê da zanîn ku ew kurs girêdayî parastina jêrxaneyan di demê rûdana karên terorsîtî û karesatên xwezayî de bû û diyar kir, “Efserên beşdar bûne yên hêza Pêşmergeyan aşnayî avakirina hevpariya civakî û destnîşankirina pêşwextiya êrîşan û fêmkirina bandorên teqemeniyan bûn.”

Herwiha hate destnîşankirin, “Beşdaran kurs temam kiriye û Cîgirê Berpirsê Ewlehiya Herêmî ya Konsulxaneyê Michael Blease û Ferîq Ezîz Weysî gotara serekî ya ahenga derçûnê û bawername pêşkêşî efserên beşdar ên hêza Pêşmergeyan kirin.”