Koreya Basûr 4 balafirên ser radestî Iraqê kirin

23 May 2019 16:22 0 dîtin
Koreya Basûr 4 balafirên ser radestî Iraqê kirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku 4 balafirên şer yên berî niha ji Koreya Başûr hatibûn kirîn, gihîştine destê hêzên hewayî yên Iraqê.

Fermandeya hêzên hewayî yên Iraqê ragihand, 4 balafirên şer yên ku beriya niha ji Koreya Başûr hatibûn kirîn, gihîştine destê wan.

Fermandeyê da xuyakirin, ew balafirên şer ji curê T-50 ne û di çarçoveya rêkeftina sala 2013an ya navbera Iraq û Koreya Başûr de hatine kirîn.

Iraqê sala 2013an 24 balafirên şer yên ji curê T-50 ji Koreya Başûr kirîbû.