Koska Spî, di derbarê Tirkiyeyê de daxuyanî da

15 March 2023 15:00 0 dîtin
Koska Spî, di derbarê Tirkiyeyê de daxuyanî da

PeyamaKurd- Li ser hevdîtina Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan û Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ku di 14ê Adarê de li paytext Washingtonê hevdîtin kiribûn, ji Koşka Spî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Jake Sullivan û Îbrahîm Kalin li ser mijarên herêmî û cîhanî û têkiliyên dualî gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin ku Sullivan ji ber erdhejên li Tirkiyeyê qewimîn, peyama xwe ya sersaxiyê dubare kir û hat destnîşankirin ku Amerîkayê diyar kir ku ew ê di vê pêvajoyê da piştgiriya gelê Tirkiyeyê berdewam bikin.

Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de gelek pêşhatên herêmî û cîhanî û hewilên Tirkiyeyê yên ji bo nûkirina Înîsiyatîfa şandina genimî ya Behira Reş û êrîşên Rusyayê yên li ser Ukraynayê hatine gotûbêjkirin.

Hat zanîn ku di daxuyaniye de li ser hevkariya berevaniya duali ya bi piştgiriya ku dabûn muzakereyen navbera Ermenîstan û Azerbaycane jî gotûbêj hatin kirin.