Koska Spî: Em ji tûrxistina serê leskerê me aciz bûn

03 September 2024 13:06 0 dîtin
Koska Spî: Em ji tûrxistina serê leskerê me aciz bûn

PeyamaKurd - Berdevkê Koşka spî ji Reutersê re ragihand ku ew ji tûr xistina serê leşkerekî Amerîkî aciz bûne.

Duh li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê Komek ji Yekîtiya Ciwanên Tirk (TGB) li bazarê tûr xistibûn serê leşkerekî Amerîkî û dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê Xê weşandibûn.

“Em aciz bûn”

Ajansa Nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê ragihand ku berdevkekî Koşka Spî daye zanîn ku ew bi vê bûyera tûr xistina serê leşkerê Amerîkî aciz bûne.

Berdevk her wiha daye zanîn ku ew ji helwesta ciddîgirtina bûyerê ya polêsên Tirkiyeyê kêfxweş bûne.

TGBê duh piştî bûyerê bi ser hesabê xwe yê Xê dîmenên tûrxistina serê leşkerê Amerîkî weşand û bi dîmen re daxuyaniyekê jî da.

TGBê di daxuyaniyê de got: “Leşkerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ku xwîna leşkerên me û bi hezaran Filistîniyan li ser destên wan in, nikarin welatê me qirêj bikin. Her cara ku hûn bêne ser axa me, em ê we weke ku heq dikin pêşwazî bikin.”

Piştî buyer li ser medyaya civakî belav bû Parêzgariya Îzmîrê ragihand ku di derbarê bûyerê de 15 endamên TGBê hatine binçavkirin.

Balyozxaneya DYA: Ew leşkerê hêzên me yên deryayî ye

Ji aliyê din ve Balyozxaneya DYA ya Enqereyê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyekê da û piştrast kir ku “kesê hêriş lê hatiye kirin personelê leşker ê DYAyê yê keştiya USS Wasp e.

Çîroka tûrxistina serî

D4ê Tîrmeha 2003an de li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê leşkerên Amerîkî avêtibûn ser baregeha efserên Fermandariya Hêzên Taybet ên Tirkiyeyê, tûr xistibûn serê wan û komek ji wan leşkerên Tirk ji bo lêpirsînê biribûn Bexdayê.

Leşkerên Tirk piştî lêpirsîneke nêzîkî 60 demjimêran serbest hatibûn berdan.

Ev bûyer piştî ku Parlamena Tirkiyeyê pêşnûmaya ku leşkerên DYA ji bo operasyona Iraqê axa Tirkiyeyê bikar bînin red kir, rû dabû.

Piştî ku di rûniştina 1ê Adara 2003an de ev pêşniyar hat redkirin, DYA neçar ma ku planê operasyona Iraqê biguherîne.