Kremlînê bersiv da îdiayên sandina fuzeyên Misirê bo Rûsyayê...
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser îdiaya ku Misir plana şandina fuzeyan bo Rûsyayê dike, ragihand ku ew îdia nerast in.
Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re li ser nûçeya The Washington Postê ku îdiaya şandina fuzeyan ji aliyê Misirê ve derxistiye pêş, daxuyanî da û got:
"Ev dişibe nûçeyên dubare yên derew. Divê ev nûçe wiha bên nirxandin.”
Herwiha Peskov, li ser mijara nakokiyê ya navbera Rûsya û Japonyayê derbarê Giravên Kurîlê de jî got ku Giravên Kurîlê beşeke ku ji Rûsyayê nayê cudakirin e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin