“Kurd jî wekî Ukrayniyan ji Amerîkayê zêdetir tistan hêvî dikin”
PeyamaKurd – Dezgeha Ramyarî ya bi navê American Enterprise Institute (AEI) analîzek bi sernavê, ‘Xiyaneta Joe Biden a bo Kurdan, bi qasî ya Trump mezin e’ belav kir.
Di nivîsa ku ji aliyê akademisyen û rojhilatnas Michael Rubin ve hatiye nivîsîn de, hatiye gotin ku xiyaneta Donald Trump a bo Kurdan rewşeke şokê bû û ew jî piştî Erdogan ligel wî axivî û pişta wî miz da pêk hat.
Piştî wê bûyerê Wezîrê Berevaniya Amerîka yê wê demê James Mattis û Nûnerê Serokê Amerîka di thevpeymaniya êkoşîna dijî DAIŞê de, Brett McGurk gotibûn, ew bi wê helwesta Trump di şermê de mane û îstifaya xwe dabûn.
Rubîn dibêje; “Biden, got ku Trump ‘Kurd’ firotine û wek neteweyekê xiyanet li soza Amerîkayê kiriye. Lê belê niha dema em dinêrin, Biden jî heman xiyanetê li Kurdan dike. Kurdên Rojava têra xwe rûbirûyî xiyanetê bûn. Dem hatiye ku Biden jî wî karî bidawî bîne.”
Rûbîn nirxandin û tespîtên xwe wiha tîne ziman:
“Biden ê gotibû Trump xiyanet li Kurdan kiriye, îro heman tiştî dike”
Kurdên Sûriyê, hêza herî bi bandor a têkoşîna dijî DAIŞê bûn. Dorpêça ser Kobaniyê şikandin. Hêza pêşeng a li paytexta DAIŞê Reqayê ew têk birin ew bûn. Rêveberiya Rojava û kurdên Rojava nûnertiya herêma herî bi îstiqrar û nermrê li Sûriyê dikin.
Joe Biden, beriya ku bibe serok gotibû, Trump kurd firotine û wek netewe xiyanet li soza ku Amerîkayê daye hatiye kirin. Lê dema em niha dinêrin, Biden jî xiyanetê li kurdan dike.
Heyva borî rêveberiya Biden, derbarê balafirên F-16 de bi Tirkiyê re hevdîtin kir û hin pêşniyarên Tirkiyê qebûl kirin. Ev ji bo berfirehkirina NATOyê û hin mijarên din, hewldana bidestxistina hevkariya ligel Tirkiyê ya sade û basît bû.
“Bedelê ku tawîzan, yên din didin”
Ev rewş bi rastî jî nîşan dide ku Koşka Spî û Wezîrên Derve yên Ewropayê tawîz dane Erdogan û bedelên wê jî Kurd, Qibrisî û Ermen didin.
Bêyî ku sedema xwestina Tirkiyê ya F-16an bifikirin, ji aliyê Biden, Wezîrê Derve Blinken û Şêwirmendê Asayîşa Netewî Sullivan ve, erêkirina firotinê tewşîtiyek e.
“Qet nerast e ku Kurdan bi firçeya PKKê resm bikin”
Nîşaneya ku dê Tirkiye çawa F-16an bikar bîne ya herî baş ew e ku niha çawa bikar tîne.
Tirkiye li şûna ku wan di alîkariya têkoşîna dijî terorê de bikar bîne, balafirên şer di bombekirina Rojava û gundên Herêma Kurdistanê de bikar tîne.
Ez li herdu herêman jî geriyam û min şopên piştî bombardimanan dîtin. Piraniya şêniyan, dibêjin ti pêwendiya wan bi terorê re nîne. Dibe ku Tirkiye şahidiya bi vî rengî red bike, lê belê navê qurbaniyan, pîşeyê wan û temenê wan wiha nabêje.
Berî min aliyê PKKê rexne dikir û niha jî beşdarî gelek platformên wan nabim. Lê belê nerast e ku kurdên Sûriyê,bi firçeya PKK ya salên 1980yan resm bikin û qet nerast e guherîna 40 salan a siyasî û entelektuelî piştguh bikin.
Niha xebatkarên dezgehên ramyarî yên Washingtonê yên muxalîf, hîç zehmet nakin biçin serdana Rêveberiya Xweser.
Ne zelal e ku bi rastî jî pêdiviya Tirkiyê bi F-16an heye. Ji ber ku ne tesadafe di demeke ku Biden ji bo dayîna F-16an xwazyar bû, Erdogan pêkanîna herêma tampan û operasyonê li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.
“Wekî Ukrayniyan Kurd jî zêdetir tiştan ji Amerîkayê hêvî dikin”
Mebesta Erdogan ne têkoşîna dijî terorê ye. Piraniya Êzidî, Kurd û Xrîstiyanên herêmê li 30 km nêzîkî sînorê Tirkiyê dijîn. Tirkiyê dema devera dawî ya sînor dagir kir, herêm ji aliyê etknîkî ve paqij kir. Erdogan pir eşkere ye ku niha armanca wî ya îro ew e.
Wekî Ukrayniyan, kurdên Rojava jî zêdetir tiştan ji Amerîkayê hêvî dikin. Herdu aliyan jî ya rast kirin. Çimkî kurdan li şûna teslîmbûnê bi xwîna xwe azadî hilbijartin.
Û di herdu rewşan de jî helwesta Koşka Spî helwesteke xapînok û xiyanetkar bû. Destpêkî ji bo Ukraynayê nêzîkatiya xweradestkirinê nîşan dan, lê piştre çek dabîn kirin. Biden bi heman awayî divê ji bo kurdan û Tirkiyê jî rotaya xwe biguherîne.
Yekem; Divê ne jet ne jî ti çekên din bidin Tirkiyê.
Duyem; Ji bo Kurdên Rojava dem hatiye ku li dijî tankên tirkan wesayîtên zirxî yên personelan û li hember helîkopter û F-16an jî çekên pêwîst dabîn bikin.
Çimkî kurdên Rojava têra xwe rastî xiyanetê hatin û dem hatiye Biden vî karî bidawî bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin