Pezeskiyan got ku divê îznê nedin da dolarê Amerîkayê wekî çek bikarbînin

23 October 2024 21:59 0 dîtin
Pezeskiyan got ku divê îznê nedin da dolarê Amerîkayê wekî çek bikarbînin

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezişkiyan di zîrwa lîderan ya BRICSê de axifî û got ku divê Amerîka (DYA) ji bo welatên serbixwe kontrol bike dolarî weka sîlihekî bikarneyne. Divê welatên endamên BRICSê bi hevre tevbigerin û di bazirganiya navdewletî de desthilata dolar bi dawî bikin.

Pezeşkiyan, di zîrwa BRICSê de li payîtext Kazanê li Komara Tataristanê di civîna 16em de axaftina xwe kir. Pezeşkiyan ragihand ku pêwiste BRICS li hemberê pêşdeçûnên herêmê bêhtir rola xwe bileyîze û weha dewam kir:

“Divê artêşa Îsraîlê bi temamî ji Xezayê vekişe û agirbesê li Lubnanê ragihîne. Alîkariya mirovî bigihîne herêmê û bike ku koçberên Îsraîl û Lubnanê vegerin ser axa xwe.

Divê, ji bo endamên BRICSê, di seha enerjiyê, xida û malên din de, hilberîner û serfkerên herî mezin yên malên xwe bin, xwediyê gihandinê û xetên transît bin û perên xwe bikarbînin.”

Pezeşkiyan got ku divê banka nû ya geşepêdanê ku welatên BRICSê ava kirine, bê xwurtkirin û weha dewam kir:

“Welatên pêşkeftî yên bakûr, teknolojiyên bi dest xistine bi welatên bakûr re parvenakin. Ji ber wê, divê parvekirina tecrube û zanistî hebe û gavên ber bi teknolojiyên din de bên avêtin. Divê endamên nûh bên qebîlkirin û destekê bidin avahiyên bingehîn yên endaman.”

BRICS, di sala 2006an de ji aliyê Brezilya, Rûsya, Hindistan û Çînê de hat avakirin. Di sala 2011an de Yekîtiya Afrîka Başûr bû endam. Di sala 2024an de serê salê Misir, Îran, Îmarat, Sa’ûdî Arabistan û Etiyopya bûn endamên temamî.