Lijneya Parlamentoya Kurdistanê: Divê rayedarên Tirk rê nedin ew tawanên gelek kirêt dubare bibin
PeyamaKurd - Lijneya Pêwendiyên Derve ya Revenda Kurdistanî ya li Parlamentoya Kurdistanê li ser êrîşa ser malbata Kurd li bajarê Mersîn ê Tirkiyê daxuyanî da û ragihand: “Ev destdirêjî nayê qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em gelek nîgeran in bi wê êrîşa ku kesên tundrew ên dûrî hemû nirxên mirovî bi ser malbateke Kurd de kirine, ku bi mebesta derbaskirina betlaneya cejna Remezana pîroz ji bajarê Hewlêrê çûne bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê.”
Herwiha hat diyarkirin, “Ev destdirêjî cihê qebûlkirinê nîne û nakeve çarçoveya qezenca peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyê, loma divê aliyên peywendîdar demildest tawanbaran ceza bikin û êdî rê nedin ew tawanên gelek kirêt dubare bibin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin