Pence: "Em ê îznê nedin ku Kurdistanê îsxal bikin"
PeyamaKurd- Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence giha payîtexta Kurdistanê Hewlêrê. Pence ji aliyê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat pêşwazîkirin. Pence di seredana xwe de bi serokê herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî û rêvebirên Kurdistanê yên di asta bilind re hevdîtin kir. Di civînê de serokwezîr Mesrûr Barzanî, Qubad Tabanî û Mistefa Seyîd Qadir jî amade bûn. Piştî hevdîtinê Pence û Nêçîrvan Barzanî derketin pêş çapemeniyê. Nêçîrvan Barzanî weha got:
“Ez li ser navê xelkê Kurdistanê û temamên etnîsîteyên Kurdistanê, bi sedema desteka ku we li hemberê İŞİDê daye me, sipasiya dewleta Amerîkayê dikim. Eger ne ji desteka we bûya, em ê niha ne divî halî de bûna. Bi sedema desteka we ya bo Iraqê û Kurdistanê sipasiya we dikim. Daxwaza me ji we; silav û rêzên me yên germ bo Trump bêjin. Hêviya me pêşdebirina têkiliyên me bi her awayî bi Amerîkayê re ye.”
Cîgirê Trump, Mike Pence jî bo çapemeniyê weha ragihand:
“Sedema seredana me ya bo we, li ser navê serok Trump, bi sedema hevkariya me û Kurdan, bo têkoşîna hevkariya li dijî terorê ye û xurtkirina hevkariya me ye. Birêz Barzanî, ez sipasiya we bo vê pêşîwaziya we ya germ dikim. Bo min şerefe ku ez li vê derê me. Ez dixwazim silav û şukranên serok Trump bo we ragihînim.”
Mike Pence behsa têkiliyên navbera xelkê Amerîkayê û Kurdistanê kir û axaftina xwe weha dewam kir:
“Bi sedema we derfetê da min û wexta xwe da min vewetand da ez behsa têkiliyên me yên dîrokî bikim, sipasiya we dikim. Ez serbilindim ku bi we re me. Bi cesareta leşkerên Amerîkayê, pêşmerge û hevkarên me yên Kurd yên li Sûriyê, di meha adarê de, bo nemana İŞİDê û rakirina xîlafeta wê, me serkeftineka mezin nîşan da. Weka tê fêmkirin nerazîbûn tê vateya serkeftina me.”
Pence balê kişand ser alîkariya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê û weha dewam kir:
“Birêz serok, ewilî îznê bidin ku ez bo we şukranên xwe pêşkêş bikim. Wê desteka me bo herêma di bin serokatiya we de wê dewam bike. Ez dixwazim temînatê bidim we. Ne İŞİD û ne çi rêxistineka terorê, em ê îznê nedin ku herêma we îşxal bike û bo we bibe tehdîd.”
Hat ragihandin ku cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence îro baregeha leşkerî ya Ambarê ziyaret kiriye û bi rêvebirên Amerîkayî re hatiye cem hev. Pence di vê seredana xwe de bi rêvebirên Iraqê re ti hevdîtinan nekiriye. Li ser seredana Iraqê Pence, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihandiye:
“Ji Iraqê roja we ya Şukranê pîroz be. Ez bi leşkerên me yên Amerîkayê, bi deryavan, hêzên hewayî û hêzên Marinesê re me û ev bom in şerefe. Ez bi we serbilindim û sipasiya we hemûyan dikim.”
Li ser seredana Mike Pence, peyamekî jî ji baregeha serokwezîrê Iraqê hat. Li gor peyama ji Adil Abdulmehdî hat, peyam weha ye:
“Mike Pence li bajarê Ambarê bi rêya telefonê bi Adil Abdulmehdî re axifiye. Serokwezîr Adil Abdulmehdî qebûl nekir ku here Ambarê. Rêvebirên protokolê yên Amerîkayê bi sedema ewlekriyê çûna Pence bo Bexdayê tesdîq nekirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin