Antî Terora Kurdistanê: Li Pencewînê wesayîteke PKKê hat hedefgirtin

28 August 2023 09:58 0 dîtin
Antî Terora Kurdistanê: Li Pencewînê wesayîteke PKKê hat hedefgirtin

PeyamaKurd – Antî Terora Kurdistanê ragihand, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên Tirkiyê (SÎHA) li navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê otomobîleke endamên PKKê kir armanc, 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Rêxistina Antî Terora Kurdistanê de hat ragihandin, îro danê nîvro li navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê balafireke bêmirov a Tirkiyê otomobîleke ku endamên PKKê tê de bûn kiriye armanc.

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşa li nêzî gundê Zengîder a girêdayî navçeya Germikî de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara rûniştvanên navçeya Pencwen a Silêmaniyê derdora 50 hezarî ye û navçeyên Nalparêz û Germik ên navçeyê hene.

Ji aliyê Tirkiyê ve dem bi dem bi hinceta hebûna hêzên PKKê li navçeya Pencwenê êrîşên SÎHA tên kirin.

Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de gundî neçar mane koç bikin, ziyaneke mezin li welatiyan, jîngeh û dezgehên hikûmetê hene.

Ji ber pevçûnên li herêmên sînor nêzî 800 gund hatin valakirin.

Di demekê de ku berpirsên Herêma Kurdistanê li dijî wê yekê ne ku Herêma Kurdistanê weke herêmeke bi nakok bê bikaranîn, lê welatî ji ber nakokiyan berdewam dibin.