Antî-Terora Kurdistanê: Siyasetmedarekî Rojhilat birîndar bû
PeyamaKurd – Li ser teqîna Hewlêrê, Antî-Terora Kurdistanê daxwuyanî da û ragihand ku di teqînê de siyasetmedarekî Rojhilat birîndar bûye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bombeyekî di erebeyekî de bicîh kirine û di encama teqînê de kesekî birîndar bûye.
Teqîn li taxa Sîtekanê çêbûye û di teqînê de endamê Partiya Sazûmana xebatê ya Îranê yê bi navê Ekber Sefer Elmas birîndar bûye. Teqîn nêzî ofîsa partiya Sazûmanê çêbûye.
Yekîneyên pêwendîdar li ser teqînê xebatên lêkolînê dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin