Pêsmerge: “Eger hun dikarin Kurdistanê îsxal bikin xwe biceribînin”
PeyamaKurd – Serokê tevgera Nuceba ya bi ser Haşdî Şabî ve û terefdarê Îranê Ekrem Keîbî do ragihandibû ku ew destekê dide êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê ku bi 12 moşekan êrîş kiribûn. Ji Iraqê daxwaz kir ku artêşa Iraqê Herêma Kurdistanê îşxal bike.
Li ser van gotinên Keîbî pêşmergeyekî Kurdistanê bersiva wî rêvebirê Haşdî Şabî da û peyamekî jê re şand. Peyama pêşmerge wehaye:
“Şîreta min ji te re ev e; li dîrokê binêre û rastiyan bibîne. Ew kesên ku ji te bêhtir bi wahşiyane dijminahiya Kurdan dikirin bi ketin bin axê û di nav dîrokê de wenda bûn. Ez û ji min wêrektin pêşmergên qehreman yên Kurdistanê û xortên me ji bo Kurdistanê biparêzin amade ne. Em her wext amade ne efsaneyên terorîstan hilweşînin. Eger tu bi xwe pir bawerî fermo xwe biceribîne. Hodrî meydan…Hodrî qehremanî….em her wext amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin