Kurdekî Êzidî li Rûsyayê bû Cîgirê Serokê Parlamentoyê
PeyamaKurd – Li Parlametoya Krasnodar a Rûsyayê, Zoroyê Rostem ku Kurdekî Êzidî ye û yek ji kadroyên diyar ê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê ye, weke Cîgirê Serokê Parlementoya Krasnodarê hat hilbijartin.
Parlametoya Krasnodar a Rûsyayê do civiya û di civînê de desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Krasnodarê hat hilbijartin û Kurdek bû Cîgirê Serokê Parlamentoyê.
Ev hilbijartin piştî 13ê Îlona 2020an ku Zoroyê Rostem cara sêyem weke endamê parlamentoyê hat hilbijartin tê.
Krasnodar, yek ji parêzgehên mezin ên başûrê Rûsyayê ye. Li gor serjimêriya sala 2020an, hejmara nişteciyên wê, 932 hezar û 629 kes in û piraniya Kurdan li wî bajarî dijîn. Li gor serjimêriya sala 2010an, hejmara Kurdan li wî bajarî 10 hezar û 922 kes bûn, lê Kurdên li Krasnodar dibêjin; hejmara me zêdetirî 22 hezaran e.
Zoroyê Rostem di sala 2010an de bû namzetê Parlamentoya Krasnodarê û bi piraniya dengan bû endamê parlamentoyê. Cara duyem jî di sala 2015an de weke endamê parlamentoyê hat hilbijartin. Cara sêyem jî, di hilbijartinên 13ê Îlona 2020an de. Zoroyê Rostem bi rêjeya %72.78 deng bi dest xistin û car din weke endamê parlamentoyê hat hilbijartin. Do 24ê Îlona 2020an jî, bû Cîgirê Serokê Parlamentoyê.
Zoroyê Rostem di 14ê Cotmeha 1972yan de li gundê Heko yê Ermenistanê hatiye dinyê. Li ser zanistên aborî, bawernameya wî ya doktorayê heye. Yek ji kadroyên diyar ê Partiya Yekgirtî ya Rûsyayê ye, ku partiya fermanrewa ya Rûsyayê ye û endamê fraksiyona heman partiyê ye li Parlamentoya Krasnodarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin