Kurdekî ji Kirmasanê li girtîgeha Qizilhisar hat darvekirin

12 September 2024 19:34 0 dîtin
Kurdekî ji Kirmasanê li girtîgeha Qizilhisar hat darvekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Hêrsîn a parêzgeha Kirmaşanê ku sizayê îdamê li ser hatibû sepandin li girtîgeha Qizilhisarê hate darvekirin.

Hat zanîn girtiyê bi navê Secad Bendigî yê xelkê bajarê Hêrsînê ser bi bajarê Kirmaşanê ku beriya niha ji aliyê dezgeha rêjîma Îranê ve bi tohmetên madeyên hişber, sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdam kirin.

Bendigî rojek berê ji bo odeya takekesî ya girtîgehê hatibû veguhastin. Îdama Secad Bendigî hîn ji aliyê dezgehên fermî ve nehatiye belavkirin.