Kurdekî Efrînê li girtîgeha bajarokê Raî bi îskenceyê hat kustin

28 November 2021 14:10 0 dîtin
Kurdekî Efrînê li girtîgeha bajarokê Raî bi îskenceyê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatiyekî din ê Efrînê piştî revandina du sal û 6 mehan, di girtîgehên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve di bin îşkenceyê de hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiriye, berpirsên girtîgeha bajarokê Raî roja 27ê Mijdarê malbata Silêman Nûrî Cafer ê ji gundê Bozîkê agahdar kirine ku Silêman di girtîgehê de can daye û divê ew bên termê wî ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Raî werbigirin.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir, berpirsên zîndana Raî ji malbata Silêman re gotine, Silêman bi awayekî asayî di girtîgehê de can daye.

Lê Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, Silêman Nûrî Cafer ê ku ji roja 1/6/2019an ve ji aliyê grûpa El-Hemzat ve hatiye revandin, bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hatiye tometbarkirin û di girtîgehê de rastî hemû awayên îşkenceyan hatiye.

Rêxistinê diyar kiriye, Mewlîde Numan ku meta Silêman e, ew jî roja 26/6/2019an ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî mana nêzîkî 2 salan di girtîgehê de û ji ber îşkenceyê, roja 30/5/2021ê can dabû.

Zîndana Raî li herêma Ezazê di destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, li gor zanyariyan dora hezar girtiyên ji Efrînê tê de girtî ne û di şert û mercên xirab de dimînin.

Li gor çalakvanên Efrînê, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, heta niha dora 50 welatiyên Kurd di bin îşkenceya çekdaran de hatine kuştin.