Îran | 18 welatiyên Kurd di girtîgehan de bi îskenceyê hatine kustin
PeyamaKurd – Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji sala 2020an ve 18 welatiyên Kurd di girtîgehên rejîmê di bin îşkencê hatine kuştin.
Saziya Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku ji sala 2020an ve di nav 42 mehan de, herî kêm18 welatiyên Kurd li girtîgehan di bin lêdan û îşkenceyên dijwar de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Herî dawî jî meha borî girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê Mûsa Îsmaîlî yê xelkê gundê Peswê yê bajarê Pîranşehrê, di bin îşkenceya hêzên Îranê de, li navenda Îtilaata rejîmê ya li bajarê Urmiyê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin