Îran ji bo hemwelatiyên Kurdistanê û Iraqê vîzê rakir
PeyamaKurd – Dewleta Îranê heya niha vîzeya ji bo Îranê û Herêma Kurdistanê li ser sînoran dida û ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê vîze danîbû. Ji sibê û pê de wê Îran ji bo her dû dewletan îzna vîzê rake. Li gor K24 ê rêvebirê xizmet û pasaportê yê deriyê Hacî Umran a Kurdistanê Salar Tahsîn weha gotiye:
“Tûrîst, ji roja yekşemê û bi şûnde wê karibin bê vîze seredana Îranê bikin. Ji bo kesên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê herin Îranê, divê kartên wan yên aşiyan û encama testên wan bi wan re bin.
Her tûrîstekî divê wexta pasaporta wî ji 6 mehan zêdetir hebe û kesên wextê pasaporta wan ji 6 mehan kêmtir be nabe ku herin Îranê û wê ji ser sînoran dagerin mala xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin