Kurdên Daqûqê nehistin ereb û hêzên iraqî dest deynin ser zeviyên wan
PeyamaKurd - Hewla erebên hawirde ango yên ji derve hatine anîn ya zeftkirina zeviyên kurdan, li gundekî Daqûqê ji aliyê xelkê gund ve hat pûçkirin.
Hat zanîn ku îro danê sibê komek erebên hawirde bi piştevaniya artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrîşî gundê Xirabe yê Daqûqê kirin û xwestin 150 donim zeviyên kurdan dagir bikin.
Hat diyarkirin ku xelkê wî gundî rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin paşde vekişin.
Li gorî zanyariyan, ji bilî hêzên ewlehiyê, berpirsê çandiniya Kerkûkê jî bi wan ereban re çûbû wir da ku yekser zeviyên kurdan bi ser ereban de tapo bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin