Kurdîya Ayetê ji mizgeftê hat rakirin: “Ma Xwedê bi Kurdî nizane?’

29 September 2021 14:21 0 dîtin
Kurdîya Ayetê ji mizgeftê hat rakirin: “Ma Xwedê bi Kurdî nizane?’

PeyamaKurd - Li bajarê Bedlîs a Bakurê Kurdistanê, ayeta ku wergera wê ya kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin ji mizgeftê hat rakirin û piştre bêyî kurdî careke din hat danîn.

Li navenda Bedlîsê, ayeta Sûreya Îhlasê ya Qurana Kerîm ku kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin, hat rakirin û piştre bê kurdîya wê careke din hatiye daleqandin.

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, li ser hesabê xwe yê twîtterê ew agahî da û got:

"Ey Diyanet gelo Xwedê bi kurdî nizane? Li Bedlisê mizgeftek...tabeleyeke daleqandî...Bedlîs ji sedî 90 bajarê kurdan e. Diyanet, li mizgeftan bi hêsanî destûr dide îngilîzî, almanî, fransî û rûsî. Lê danîna tabeleya bi kurdî, dayîna xutbeya bi kurdî û îbadeta bi kurdî qedexe dibe."