Kurdpa: Di 12 salan de 1956 kolberên Kurd hatine kustin û birîndarkirin

26 March 2023 13:13 0 dîtin
Kurdpa: Di 12 salan de 1956 kolberên Kurd hatine kustin û birîndarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nava 12 salên borî de heta niha 1956 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin. 

Ajansa Kudpayê amarên kuştin, birîndarkirin û bêserûşûnkirina kolberan di nav 12 salên dawî de eşkere kir û ragihand, herî kêm 594 kolber hatine kuştin, 1362 kolber hatine birîndarkirin û 5 kolber jî hatine bêserûşûnkirin.

Hat diyarkirin ku 36 ji wan kolberan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye û %77 ji wan kolberan rasterast bi teqeya hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.