Di 10 salan de 547 kolberên Kurd bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav deh salên dawî de, li herêmên sînorî yê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 547 kolberên Kurd hatine kuştin.
Li gorî rapora malpera Kolbernewsê, ji sala 2012yan heta 2021ê di nav 10 salên dawî de, li herêmên sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve 547 kolber hatine kuştin û hezar û 61 kolber jî birîndar bûne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku bîlançoya herî giran a sala 2019an e ku di wê salê de 80 kolber hatine kuştin.
Herwiha li gorî heman raporê herî kêm di sala 2014an de bûyerên kuştina kolberan çêbûne ku di wê salê de jî 34 kolber hatine kuştin.
Li gorî amarên hatine berhevkirin, di sala 2021ê de jî 54 kolber hatine kuştin û 165 jî bi guleyên hêzên rejîma Îranê birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin