Kurê siyasetmedarê Kurd Yasar Kaya li Hewlêrê di bûyera trafîkê de can da

24 July 2022 18:46 0 dîtin
 Kurê siyasetmedarê Kurd Yasar Kaya li Hewlêrê di bûyera trafîkê de can da

PeyamaKurd - Kurê siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya, Dara Kaya ku li Hewlêr bicih bûbû, îro sibehê li ser rêya Hewlêr-Behirkeyê di bûyera trafîkê de can da.

Berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêrê ragihand, li nêzîkî gundê Lubnanî yê li ser rêya Hewlêr û Behirkeyê, di encama bûyereke trafîkê de, motorsîkletsiwarekî can daye ku navê wî Dara Kaya bûye.

Berdevkê polîsê trafîkê yê Hewlêrê Fazil Hacî ragihand ku şofêrê otomobîlê xetabar bûye û piştî bûyerê hatiye girtin.

Hevalên Kaya yên ku çûn Tiba Edlî ya Hewlêrê jî teşhîs kirin ku motorsîkletsiwar Dara Kayayê kurê Yaşar Kaya ye.

Dara Kaya sala 1975an ji dayik bûye, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê qedandiye û piştî wefata bavê xwe li Hewlêrê jiyana xwe berdewam dikir. Malbata Kaya biryar daye ku cenazeyê wî li cem bavê wî Yaşar Kaya li Hewlêrê were veşartin.

Cenazeyê Kaya sibe Duşemê piştî hatina endamên din ên malbatê wê li Goristana Rojava ya li Hewlêrê were definkirin.