Siyasetmedarê Kurd: Polîtîkaya PKKê ya niha zirarê dide Kurdan
PeyamaKurd - Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman li ser şerê PKK û Tirkiyê re ragihand ku polîtîkaya niha ya PKK şaş e û zirarê dide Kurdên Başûr, Bakur û Rojavaya Kurdistanê.
Siyasetmedarê Mehmûd Osman dibêje: Tirkiye bi hinceta hebûna PKKê deverên başûrê Kurdistanê bombebaran dike û hevwelatî jî dibin qurbanî. Pêdivîye hemû partîyên Kurdistanî ew e k u gotubêjan li gel PKKê bikin û li gorî berjewendiyên Herêma Kurdistanê tevbigerin.
Osman teqez jî kir ku pêdivîye Tirkiyê heye ku careka din dest bi piroseya danûstandinan bike.
Di encama bombebarana balafirên şerî yê Tirkiyê li devera Birdost û Qendîlê yên di dema dû rojan de 5 hevwelatî bûne qurbanî û 6 jî birîndar bûne.
Tirkiye bi hinceta hebûna binke û bareghên PKKê, wan gund û deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin