'Kustina Bexdadî sirîkiya Tirkiyê û DAISê carek din derxist holê'
Dr. Arzû Yilmaz diyar kir ku kuştina Serokê DAIŞê Bagdadî yê nêzî sînorê Tirkiyê carek din “Şirîkiya DAIŞ û Tirkiyê” derket holê û got: “Dema mirov li endîşeya ragihandina yek ji girtina malbata Bagdadî dinêre Tirkiye di ferqa rîskan de ye.”
Ji Zanîngeha Hamburgê Dr. Arzû Yilmaz kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekîr el Bexdadî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Yilmaz anî ziman ku tevî peymanên Tirkiyê yên li gel Amerîka û Rûsyayê jî hêj agirbest tam neketiye meriyetê. Yilmaz da zanîn ku dema ew li daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyê ve tên dayîn rewşa pevçûnan a heyî dê zêdetir bibe û li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşek aloz heye û tişt zelal nebûye. Yilmaz got hem Sûriye û hem jî HSD niha Tirkiyê û komên girêdayî wê SMO wek dijminek hevpar dibînin.
Yilmaz bal kişand ser kuştina Serokê DAIŞê Bagdadî yê nêzî sînorê Tirkiyê û got: “Cihê ku Bexdadî û pêkanîna operasyonê û cihê kuştina berdevkê Bexdadî dide xuyakirin dê ji îro şûn ve ser tiştekî neyê girtin. Tirkiye têkoşînek bi bandor li dijî rêxistina terorê ya li cîhanê herî hov tê nasîn pêk neaniye. Tirkiye piştgirî daye xebat û endamên DAIŞê û çavê xwe ji kirinên wan re girtiye. Ev rewş ji dagirkirina Balyozxaneya Tirkiyê ya li Musilê ku ji aliyê DAIŞê ve pêk hat her kes êdî meseleya Tirkiyê û DAIŞê dizane. Her kes têkiliya Tirkiyê û DAIŞê baş dizane. Li ber çavê cîhanê hemû ev yek hat kirin. Bi sedan rûpelên raporên vê yekê ku yeko yek hatine qeydkirin hene. Geşedanên dawî jî meseleya DAIŞ û Tirkiyê eşkere dike.
Talûkeya esil a ji bo Tirkiyê destpêkirina avakirina dadgehek navnetewî ye. Wê ev pêvajo heta avakirina wê dadgehê dirêj bibe. Şirîkiya DAIŞ û Tirkiyê derket holê û got: “Dema mirov li endîşeya ragihandina yek ji girtina malbata Bexdadî dinêre Tirkiye di ferqa rîskan de ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin