Kuweyt, satelayta yekem disîne fezayê
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Kuweytê ve hat ragihandin ku ew ê di 3ê Rêbendanê de ji platformeke li eyaleta Florida ya Amerîkayê, satelayta xwe ya yekem bişîne fezayê.
Di agahiyên ku bi rêya ajansa fermî ya Kuweytê KUNA ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku satelayta bi navê "Kuweyt Sat-1" dê 4 saet û 2 xulek piştî destpêkirinê, beriya ku erka xwe pêk bîne dê sinyala yekem ji stasyona bejayî re bişîne.
Her wiha rêvebirê projeya satelaytê ya yekem Ehmed El-Kenderî diyar kir ku peyk dê li dora cîhanê bigere û kamerayeke wê ya bi taybetiyên berz heye ku wêneyan ji bo analîzê ji aliyê tîmên pispor ve dişîne.
Kenderî li ser mijarê diyar kir ku bi rêya dîmenên ku ji satelaytê hatine şandin, zanyarên behrê dê lêkolîna lêgerîna behrê, guhertina reng, pêlên sor, qirêjiya petrolê û bandorên wê bikin, mîmar jî dê rewşa bajarvaniyê nîqaş bikin.
Kenderî di hûrgiliyên parve kirin de got ku "Berçûna projeyê, 316 hezar dînarên Kuweytî (zêdeyî 1 milyon dolar) bû. Nêzîkî 67 kes (ji sedî 67 jin, ji sedî 33 mêr) ji pileyên zanistî û taybetmendiyên cuda li ser projeyê xebitîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin